Rêveberiya Kampa Holê: Divê dewletên Ewropayê zarokên xwe werbigrin

Rêveberiya kampa Holê der barê çarenûsa zarokên di kampê de û pêşeroja wan a ne diyar, metirsiyên xwe anî ziman.

Rêveberiya Kampa Holê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî der barê çarenûsa jin û zarokên DAIŞ’î yên di kampa Holê de ne daxuyaniyek da.

Rêveberiya Kampê diyar kir ku hejmara giştî ya zarokên kampê 44 hezar û 440 ji wan herî kêm sêwî ne.

Rêveberiya kampê destnîşan kir ku derbarê çarenûs û pêşeroja zarokan ne zelalî heye û bi taybet zarokên sêwî û ew zarok gelek pirsgirêkan dijîn.

Rêveberiya kampa Holê metirsî û fikarên xwe derbarê çarenûsa zarokan de anî ziman û got:

Em gelek astengiyan der heqê çawaniya danûstandina bi zarokan re dikişînin ji ber ku navendên lênerîna zarokan kêmin û kadroyên pispor di aliyê lênerînê de tune ne.

Rêveberiya kampa Holê bang li hikumet û dewletan kir ku têkiliyê bi Rêveberiya Xweser re deynin da ku zarokên xwe werbigrin.

Back to top button