Serokê Rêxistina Îstixbaratê ya Tirkiyê MÎT’ê Îbrahîm Kalin bi DEM Pariyê re hevdîtin pêk anîn.
Hat ragihandin di hevdîtinê de Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gavên ku bên avêtin hatiye niqaşkirin.
Hevdîtina serokê MÎT’ê û DEM Partiyê li odeya koma DEM Partî ya li meclisê pêk hat.
Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tûncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari, wekîlên koma partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî di hevdîtinê de amade bûn.
Hat ragihandin hevdîtinê zêdeyî saetekê dewam kiriye û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ya di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de ku hatiye destpêkirin hatiye niqaşkirin.
Serokê MÎT’ê bi Bahçelî û şandeya AKP’ê re jî hevdîtin kir
Beriya hevdîtina bi DEM Partiyê re serokê MÎT’ê li meclisê bi Dewlet Bahçelî û şandeya AKP’ê re jî hevdîtin kirin.
Hat diyarkirin di hevdîtinan de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye niqaşkirin û agahî hatine dayîn.
Tê gotin serokê MÎT’ê wê serdana partiyên din jî bike.



