Berdevkê Hikûmeta Iraqê li ser şandina mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê ragihand, li gor lihevkirina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de divê destpêkê petrol bê radestkirin piştre mûçe were şandin.
Têkildarî mijarê berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî ji medyay fermî ya Iraqê re axivî.
Ewadî diyar kir ku biryara Desteya Wezîran ya Iraqê ku ji aliyê herdu hikûmetan ve hatiye pejirandin û got:
“Bûyerek girînge ku pirsgirêka demdirêj ya têkiliyên darayî yên li ser bingeha têgihîştinên siyasî bi dawî dike.
Qonaxek nû ava dike ku destûr, erkên yasayî yên budçeyê li datîne pêşiya her peyman û têgihîştinên siyasî.”
Ewadî da zanîn ku li gor naveroka biryarê, Herêma Kurdistanê tê pabendkirin ku rojana 230 hezar bermîl petrolê radestî Şîrketa SOMO ya bazarkirina petrola Iraqê bike.
Li ser wê jî Basim Ewadî got:
“Hinardekirina 50 hezar bermîl jî ji bo bikaranîna navxweyî ya parêzgehên Herêma Kurdistanê ye SOMO digire ser xwe û dahata wê dixe ser hesaba xezîneya giştî ku xezîneyeke yekgirtî ye.
Bi biryara Dadgeha Federal a li ser zêdekirina mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, ev tedbîr lihevhatî ye.”
Her wiha Ewadî diyar kir ku ev biriyar ne tenê ji bo parzgehên herêma Kurdistanê re pêkanê, lê ji bo tevahî parzgehên Iraqê re derbasdare.



