Parlamenterê DEM partiyê Ferît Şenyaşar li ser avakirina komîteyek ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd axivî.
Ferît Şenyaşar diyar kir ku Kurd hemû gavên pêwîst ên ji bo pêvajoya aştiyê avêtin, êdî ev pêvajo li benda dewlet û hikumetê ye.
Her wiha Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku komîsyona ku wê li meclîsê bê avakirin ew ê derî li çareseriyê veke.
Li ser gavên ku piştî banga Rêber Apo hatiye avêtin Meclîsê komîsyon ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û rêvebirina pêvajoyê ber bi aliyekî erênî ve wê were avakirin.
Gava destpêkê ya avakirina komîteyê bi beşdariya hemû partiyên siyasî hatiye avêtin.
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan DEM Patiyê, ji bo komîsyonê Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Erzîromê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Antalyayê Sarûhan Olûç û Parlamenterê Stenbolê Cengîz Çîçek destnîşan kir.
Têkildarî mijarê Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar ji ajansa ANF’ê re axivî.
Ferît Şenyaşar: Divê êdî dewlet bi berpirsyariyê rabe
Ferît Şenyaşar li ser karên komîsyonê got:
Piştre di 27’ê Sibatê de Rêber Abdullah Ocalan perspektîfek weşand ku tê de got:
‘Em alîgirê aştiyê ne, PKK alîgirê aştiyê ye, gelê min li min guhdarî dike’.
Bi merasîma şewitandina çekan gelê Kurd ji tevahiya cîhanê re ragihand ku di vê pêvajoyê de ew bi biryar in.
Gelê Kurd û rêberê wan hemû gavên pêwîst ên ji bo pêvajoya aştiyê avêtin, cîhan jî van gavan dişopîne.
Êdî ev pêvajo li benda dewlet û hikumetê ye.
Ferît Şenyaşar: Aştî dê bi gavên hiqûqî û demokratîk bi pêş ve bikeve
Her wiha Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku dewlet di vê mijarê de giran tevdigere û wiha anî ziman:
Ev aştî wê bi rê û rêbazekê pêk were.
Bi gavên hiqûqî û demokratîk aştî dikare bi pêş ve biçe.
Em xwedî daxwazên mafdar in, em ketin nava pêvajoyeke welê ku êdî ne gotin, pêwîstî bi avêtina gavên şênber heye.
Nêzîkatiyeke neyînî ya dewletê di vê mijarê de nîne.
Divê êdî dewlet bi berpirsyariyê rabe.
Ferît Şenyaşar: Komîsyon wê deriyê çareseriyê veke
Herî dawî Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar bal kişand ser karên komîsyonê ku têkildarî pêvajoya çareseriyê wê li meclîsê bê avakirin û wiha pê de çû:
Bi rengekî fermî wê li meclîsê komîsyonek bê avakirin.
Partî li gorî hejmara parlamenterên xwe wê endaman ji komîsyonê re diyar bikin û tevlî bibin.
Di nava hefteya bê de eger pirsgirêkek rû nede wê amadekariyên komîsyonê biqedin û komîsyon dest bi kar bike.
Komîsyona ku wê li meclîsê bê avakirin ew ê derî li çareseriyê veke.
Tevgera Kurd û Rêberê wê ji bo aştiyê.
Pêvajoya ji niha û pê ve ew e ku li ser zemîna destûra bingehîn bi rêyên hiqûqî çareseriya demokratîk ji pirsgirêkê re bê dîtin.”



