Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên ku di demên cûda li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, eşkere kir.
HPG’ê got, em soz didin ku riya van hevrêyên xwe yên hêja bikin çavkaniya manewiyata dilê xwe û rênîşana têkoşîna xwe û bîranînên wan timî zindî bikin.FILM.
HPG-NRÇ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 5 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê diyar kir ku Munzur, Baran, Zagros, Derwêş û Hasan di sala 2017’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn û got:
“Her 5 hevrêyên me ji cihên cuda yên Kurdistanê berê xwe dan têkoşîna azadiyê û tevlî nava refên gerîla bûn.
Ji bo parastina hebûna gelê me û azadiya wê, bi moraleke bilind, kelecan û biryardarî xwe fedayê doza azadiyê kirin.
Hevrêyên me milîtanên Apoyî yên fedakarên pêvajoyên zehmet bûn.
Weke pratîkvanên herî heqîqî yên tarzê jiyana komunalîst û sosyalîst, jiyan kirin.
Li herêmên ku êrîşên dijmin bi dijwarî li ser bûn, bi tempoyeke bilind têkoşiyan.
Bi dilsoziya kûr a bi gelê me, Rêbertî û şehîdên me yên leheng, bûn xwediyê serketinên herî bedew.
Em hevrêyên xwe Munzur Mordem, Baran Cizîr, Zagros Pîro, Derwêş Kop û Hasan Viyan ên ku tevlî pêvajoya têkoşînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bûn û sala 2017’an şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em soz didin ku riya van hevrêyên xwe yên hêja bikin çavkaniya manewiyata dilê xwe û rênîşana têkoşîna xwe û bîranînên wan timî zindî bikin.”
Herî dawî HPG’ê ji malbata her 5 şehîdan û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Munzur Mordem
Nav û Paşnav: Kadrî Olaş
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik: Perîşan
Navê Bav: Cevzel
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Hezîrana 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Baran Cizîr
Nav û Paşnav: Haci Ertene
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik: Şukran
Navê Bav: Nimet
Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Tebaxa 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Zagros Pîro
Nav û Paşnav: Ûgûr Balikçi
Cihê Jidayikbûnê: Aydin
Navê Dayik: Cennet
Navê Bav: Mehmet Salih
Cih û Dîroka Şehadetê: 5’ê Hezîrana 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Derwêş Kop
Nav û Paşnav: Cihan Îmrak
Cihê Jidayikbûnê: Muş
Navê Dayik: Nuriye
Navê Bav: Faîk
Cih û Dîroka Şehadetê: 4’ê Tebaxa 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Hasan Viyan
Nav û Paşnav: Abbas Kerîm Vesek
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik: Rabîa
Navê Bav: Yusuf
Cih û Dîroka Şehadetê: 14’ê Kanûna 2017’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê



