‘EM BIBIN DENGÊ GUVEN Û DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN’

Piştgiriya bi çalakiya Hevseroka KCD û Parlamantera HDP Leyla Guven her roj xurtir dibe.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, ji bo piştevaniya bide greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê dest bi greva birçîbûnê kir.

Her wiha li bajarên Colemêrg, Amed, Wan, Riha û Edeneyê çalakiya grevê di roja 2’yan de dewam dike.

Piştgirî û destekdayîna bi çalakiya Hevseroka KCD û Parlamantera HDP Leyla Guven her ku diçe xurtir dibe.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel jî ji bo piştevaniya çalakiya Guven 2 roj in dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Semra li ser çalakiya Leyla Guven axivî û got:

Ger dixwazin rê li ber aştiyê bê vekirin, mifteya aştiyê li Îmraliyê ye.

Em bibin dengê Leyla Guvenê.

Em dawî li tecrîdê bînin.”

‘DIVÊ EM LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVIN’

http://mezopotamyaajansi12.com/kr/HEM-NCE/content/view/39794

Her wiha Siyasetmedarên Amedê ji bo destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven wan jî dest bi greva birçîbûnê kirin.

Siyasetmedaran diyar kirin ku hêviya gelên Rojhilata Navîn azadkirian fîzîkî ya Rêber Ocalan e û gotin:

“Divê tecrîd bi têkoşînê bi dawî bibe.”

Ji bo wê em ê her roj têkoşîna xwe xortir bikin.

HDP’A ŞIRNEXÊ PIŞTGIRÎ DA ÇALAKIYA LEYLA GUVEN

http://mezopotamyaajansi12.com/kr/HEM-NCE/content/view/39816

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven civîna çapemeniyê pêk anîn.

Di civînê de daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku daxwaza Leyla Guven daxwaza wan e.

Civîna çapemeniyê bi siloganên tecrîdê şermezar dikin û piştgiriyê didin Ocalan bi dawî bû.

COLEMÊRGIYAN PIŞTGIRÎ DAN ÇALAKIYA GREVÊ

http://mezopotamyaajansi12.com/kr/HEM-NCE/content/view/39811

Greva birçîbûnê ya li Colemêrgê jî ku bi pêşengtiya HDP’ê hat destpêkirin rastî eleqeyek mezin a gel û saziyên sivîl tê.

Çalakî bi serdanên gel û rêxistinên navçeyan didime.

Li Amedê jî çalakiya ku bi komek ji 16 kesî pêk dihat hatî destpêkirin dewam dike.

Çalakî bi stranên kesên ku hatin serdanê dewam dike.

WELATIYÊN EDENEYÊ: HETA TECRÎD RABE ÇALAKÎ WÊ BIDOMN

http://mezopotamyaajansi12.com/kr/HEM-NCE/content/view/39808

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Edeneyê jî di roja 2’emîn de ye.

Kesên ketin grevê diyar kirin ku heta daxwaz pêk bên û tecrîd bi dawî bibe wê çalakiya xwe bidomînin.

Hêjayî gotinê ye ku li Colemêrg , Amed, Wan, Riha û Edeneyê jî greva birçîbûnê ya 2 rojan duh dest pê kir û dewam dike .

Leave a Reply

Back to top button