Wezareta Parastinê ya Tirkiyê got ku gerek Hêzên Sûriya Demokratîk pabendî entegersyona bi Hikûmeta Veguhêz a li Sûriyê re bibe.
Reutersê bi zimanê Wezareta Parastinê got ku gerek QSD’ê li gor peymana 10’ê adarê tev bigere.
Çavkaniyê ji Reutersê re gotiye ku pêdivî heye QSD’ê nîşan bide ku ew li gor peymana bi hikûmeta Sûriyê re dimeşe.
Her wekî dîsa gef xwar ku ew qet rê nade hinek tevgerên ku dixwazin Sûriyê parçe bikin.
Duh jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan Israîl bi parçekirina Sûriyê tawanbar kir û gefa destwerdanê li hindirê axa Sûriyê xwar.



