Di navbera hêzên Amerîka û Rûsya li daketina til Temir pevçûnek derket

Îro li daketina navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê di navbera hêzên Amerîka û Rûsya de pêvçnek çêbû.

Erebeyên leşkerî yên Amerîkî û yên Rûsya li daketina navçeya Til Temirê kom bûn û pevçûnek di navbera herdu aliyan de rû da.

Piştî pevçûna li ser rêya M4 erebeyên Rûsya berê xwe dan kantona Qamişlo.

Her wiha hêzên Amerîka jî berê xwe dan rêya bajarê Hesekê.

Piştî bûyerê bi nîv seatê 2 helîkpoterên Rûsya li asmanê Til Temirê geriyan û piştî vê jî balafirên şer ên Amerîka jî geriyan.

Li xaçeriya navçeya Til Temirê 3 erebeyên Rûsî rastî erebeyekî Amerîka hatin.

Piştî rawestandina ji çend kêliyan, erebeyên Rûsî berê xwe dan nuqteyên xwe yên li mezreya çêlekan a Til Temirê.

Beriya niha, careke din pevçûn di navbera hêzên Rûsya û Amerîka li navçeya Çelaxa rû da.

Wê demê bi navbeynkariya hêzên ewlekariya hundirîn nakokiya dinavbera aliyan de hatibû çareserkirin.

Back to top button