Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 gerîlayên ku di demên cuda li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, eşkere kir.
HPG’ê got ew soz didin ku riya van hevrêyên xwe yên hêja bikin çavkaniya manewiyata dilê xwe û rênîşana têkoşîna xwe û bîranînên wan timî zindî bikin.
HPG’ê diyar kir ku Dijwar,Hêvî,Aram û Azadî di sala 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn û got:
“Hevrêyên me yên ku ji bo azadiya gelê Kurd tevlî nava refên gerîla bûne, xwe bi felsefeya Apoyî tejî kirin û bûn milîtanên xurt.
Li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên ku dewleta Tirk a mêtinger sed sal in li Kurdistanê didomîne, sekneke dîrokî raber kirin.
Hevrêyên me di çeperên têkoşînê yên herî zehmet de cih girtin û şer kirin.
Di pêvajoyeke ku êrişên dijmin zêde de, ji bo bibin layiqê şehîdan wezîfeyên xwe bi cih anîn.
Bi tevlîbûnên xwe yên bi cewher û kesayetên xwe yên kedkar, bûn fermandar û milîtanên fedayî yên Apoyî.
Weke şopdarên wan, em bawer dikin ku têkoşîna hevrêyên me Dijwar, Hêvî, Aram û Azadî wê timî rê nîşanî me bide.”
Herî dawî HPG’ê ji malbata her 4 şehîdan û ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameya şehîdan wiha ne:

Nasnav: Dijwar Efrîn
Nav û Paşnav: Xelîl Hesen
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Navê Dayik – Bav: Zelux – Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: 20’ê Îlona 2022’yan / Xakurkê

Nasnav: Hêvî Bahtiyar
Nav û Paşnav: Menal Akbal
Cihê Jidayikbûnê: Elmanya
Navê Dayik – Bav: Selîma – Celal
Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Tîrmeha 2022’yan / Zap

Nasnav: Aram Farqîn
Nav û Paşnav: Yakup Ertugral
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik – Bav: Munevver – Mehmet Şirîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 2’yê Tebaxa 2022’yan / Zap

Nasnav: Azadî Dijwar
Nav û Paşnav: Waat Kinêhir
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Navê Dayik – Bav: Cevahîr – Raad
Cih û Dîroka Şehadetê: 2’yê Tebaxa 2022’yan / Zap



