Êlên Til Birakê: Emê li dijî êrişan yekîtiya xwe xurtir bikin

Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Til Berak a girêdayî kantona Qamişlo, rola Hêzên Sûriya Demokratîk di rizgarkirina herêmê de silav kirin û gotin: “Divê li dijî êrîşên li ser herêmê yekîtiya me xurtir be.”

Buroya Têkiliyan a Hêzên Sûriya Demokratîk a navçeya Til Berakê, derbarê rewşa siyasî û civakî civînek ji şêx û rûspiyên êlên Ereb re lidar xist.

Şêx û rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Til Berakê û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk tev li civînê bûn.

Di civînê de fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Koçer behsa geşedanên siyasî yên li ser asta hundirîn û derve kir.

Koçer got: “Tirkiye hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike. Lê yekîtiya gelên heremê nehişt dewleta Tirk bigîhîje armancên xwe.”

Piştî bidawîbûna axaftinan Koçer Şêxê êla El-Elî ya navçeya Til Berakê û berdevkê fermî yê qebîleya El-Cebûr Tirkî El-Mendîl jî axivî û got: “Yekîtiya gelan vê axa pîroz bi xwîna xwe parastin û wê ti car bernedin”

Back to top button