Dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiya Serê Kaniyê dixe dewrê. Herî dawî dewleta Tirk bargehên din yên Leşkerî li Serê Kaniyê av kirin û hejmareke din ji malbatên çeteyan li bajêr bi cih kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bergehên Leşkerî yên Tirkî li gundê Mişrafa yê Serê Kaniyê ava kir.
Çavdêriyê diyar kir ku, duh dewlet Tirk bi 70 malbatên çeteyan li gundên Merîkês, Etiya û başûrê Elok yê Serê Kaniyê bi cih kirin.
Beriya niha jî hezar û 500 malbatên çeteyan ji Kaniya Xezlan derbasî Serê kaniyê kirin û li gundê El-Herdan û Xerebat hatin bi cih kirin.