Şêniyên gundê Kerbetilî yê bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê, bi hevkariya Şaredariya Gel a Dirbêsiyê li hemû deverên gund dest bi kampanyayeke paqijkirinê ya berfireh kirin.
Gelek şêniyê bajêr, endamên şaredariyê tev li kampaniyaya paqijkirinê bûn.
Şêniyan rêyên ketin û derketinê û kolanên gund paqij kirin, gemar berhev kirin û avêtin çopê.
Şaredariya Gel bal kişand ser girîngiya paqijiyê û ji şêniyan xwest ku carê gemarê bavêjin cihên ku ji hêla şaredariyê ve hatine diyarkirin.



