Hêzên rejîma Sûrî şevê din pêşketinek nû li gundewarê Idlibê bi dest xist û nêzî Meret El-Nûman û rêya navneteweyî bû.
Ajansa SANA`yê ya rejîma Sûriyê ragihandin ku “Yekîneyên artêşa Sûriyê bajarok û gundên Maer Şimarîn, Teqane, û Tilmnes ên li başûr rojhilatê gundewarê Idlibê kontrol kirin.
Bi vê yekê pêşketinek nû ber bi bajarê Meret El-Nûman pêk anîn.”
Ji aliyê xwe ve Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got şevê din şerekî dijwar di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên girêdayên Tirkiyê de li eniyên başûr rojhilatê gundewarê Meret El-Nûman rû da.
Balafirên şer ên rejîma Sûriyê gundewarê Idlib û Helebê bombebaran kirin û balafirên Rûsya bajarokê Xedfê û derdora wê yên gundewarê rojhilatê Idlibê bombebaran kirin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê herî dawî ragihand ku hêzên rêjîmê nêzî bajarê Meret El-Nûman bûne .
Her wiha diyar kir ku di encama şer de zêdetirî 300 êrîşên hewayî, Herêma Kêmşer kir armanc.