Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê sistema komûn û meclisan nîqaş kirin. Di civînê de rêziknameya komînan û rola jinan di komînan de hatin nîqaşkirin.
Civîn li hola PYD’ê ya Dirbesiyê bi amadebûna jinên hevserokên komîn, rêveberên saziyên sivîl û meclisan pêk hat..
Piştî deqeyek rêzgirtin, rêvebera rêxistina Kongra Star a Dirbêsiyê Fatima Keleş axivî.
Fatima Keleş diyar kir ku pêvajoya aştî û avakirina civaka demokratîk bi avakirin û rêxistinkirina komînan dest pê dike û got:
“Li ser vî esasê û ji bo pêşxistina edaleta civakî, pêşxistina aboriya jinan, di serî de jin divê hemû her kes ji bo pêşxistina komînan bikevin tevgerê.”
Di dawiya civînê de biryar hatin dayîn ji wan;
Zêdekirina perwerdeyê di nava komînan de, bi awayekî asayî serdana komînan.
Bi taybetî yên jinan werin kiriin, xebat û planên wan werin şopandin.



