MSD: Divê dagirkeriya dewleta Tirk li Sûriyê bidawî bibe

Îro 26 Çile ye.. Beriya 5 salan weke îro bajarê Kobanê piştî berxwedaniya 134 rojan ji çeteyan hat rizgarkirin.. Bi vê boneyê Meclisa Sûriyê Demokratîk daxuyaniyek da diyar kir ku dewleta Tirk piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê li kobanê dikir û bang li civaka navdewletî kir ku dagirkeriya Tirk bi dawî bike.

Meclisa Sûriyê Demokratîk – MSD bi boneya salvegera 5. a rizgarkirina bajarê Kobanê ji DAIŞ’ê daxuyaniyek nivîkî weşand.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku rizgarkirina bajarê Kobanê pêngaveke dîrokî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bû.

MSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê li kobanê dikir da ku projeya Demokratîk têk bibe û teqez kir ku hîn jî gef û êrîşên Tirkiyê ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dikin.

MSD’ê berpirsyartiya rawestandina gef û êrîşên Tirkiyê da ser Koalîsyona Navdewletî û Rûsiyayê û bang li wan kir ku dagirkeriya dewleta Tirk ji ser xaka Sûriyê bi dawî bike.

Back to top button