TEV-DEM: Divê hêzên navdewletî û heremê ji Xarpêtê re alîkarbin

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê ji bo erdheja li bajarên Bakurê Kurdistanê bang li rêxistinên navneteweyî yên mirovî kir ku xizmeta mirovî û alîkariyê ji şêniyên zirer dîtine re, pêşkêş bikin.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê derbarê erheja bajarê Xarpêtê daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û diyarkir ku hikûmeta Erdogan tevî ku dizane Bakurê Kurdistan û Tirkiye cihe erdhejan e lê tu tedbîrên pêwîst nagire.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi qasî ku girîngî da xetên gaza xwezayî, girîngî daba avakirina jêrzemînên di bin avahiyan de, bi hezaran mirov ji tirsa erdhejan niha ne li kolan û qadan bûn.

TEV-DEM’ê bang rêxistinên navdewletî yên mirovî û heremî kir ku bi xelkên Xarpêtê alîkar bin.

Back to top button