Hejmara qurbaniyên barana mûsonê ya giran a li Pakistanê, ku ji Hezîranê ve bandorê li welêt dike, gihîştiye 279’an.
Desteya Rêvebiriya Karesatên Neteweyî ya Pakistanê ragihand ku hejmara miriyan ji ber barana dijwar gihîştiye 279 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 676 kesan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Punjabê 151 kes, li Xayber Pakhtunkhwa 64 kes, li Sindh 25 kes û li Belûçistanê 20 kes mirine, ku parêzgehên herî zêde bandor lê bûne.
Her wiha, hejmara miriyan li Gilgit Baltistan, li bakurê welêt, gihîştiye neh kesan, li Îslamabadê heşt kes û li Azad Keşmîrê du kes mirine.
Her wiha, hat ragihandin ku ji ber barana dijwar hezar û 553 avahî zirar dîtine û 374 heywan mirine.
Rayedaran hişyarî dane niştecihan, bi taybetî li deverên nizm ên ku di xetereya lehiyê de ne, ku tedbîran bigirin.



