Navena Penceşêr, radyolojî û renîn mexnatîzî li Qamişlo vekir

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê navendeke penceşêr û radyolojî ango Tebeq Mehwerî û renîn mexnatîzî li Qamişlo vekir.

Navend li taxa Enteriyê li pişt Nexweşxaneya Dil û Çavan a Qamişlo bi merasîmekê hat vekirin.

Di merasîmê vekirina navendê de Heyva Sor a Kurd, endamên Desteya Tenduristiyê û gel amade bûn.

Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Leheng Henîfa Hesen û dayika şehîd Dilvîn Qamişlo Gulîstan Ezîz ve hat vekirin.

Navend wê ji saet 8’ê sibehê heta 16.00`ê piştî nîvro nexweşan pêşwaz bike.

Di navendê de wê koçber, hêzên leşker û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bê pere werin derman kirin.

Hevsroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Dr. Raperîn Hesen girîngiya vekirina navendê dest nîşan kir û got:

Emê di dema pêş de alavên nû peyda bikin. Her weha wê şaxê tedawiya ji penceşêrê jî were vekirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê 22’yê Çileya 2019`an nexweşxaneya dil û çavan û 1`ê Cotmeha 2019`an navenda keşfkirina zû ya pençeşêra pêsîran vekiribûn.

Back to top button