Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê û biraziyê Rêber Apo, Omer Ocalan û wasiyê Rêber Apo, Mazlûm Dînç îro di çarçoveya serdana malbatê de li Îmraliyê li gel Rêber Apo hevdîtin kirin.
Her wiha, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Zekî Bayhan ên li Îmraliyê tên girtin jî di çarçoveya serdana malbatê de bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ê ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir, der barê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê X’ê peyamek parve kir.
Omer Ocalan di peyama xwe de wiha got: “Îro, wekî malbatê li Girtîgeha Îmraliyê me bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Birêz Ocalan hêvî û biryardariya xwe ya ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê diparêze û got ku ji bo ku pêvajo bi tenduristî bimeşe ‘tevlîbûna hemû beşên civakê ya ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke jiyanî ye’.”



