Di navbera Rûsya û Ukraynayê de hem danûstandin û hem jî şerê du alî dewam dike.
Di rojên dawî de jî Rûsyay êrişî bajarê Zaporijya kir, 16 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.
Her wiha Trump ji ber êrişên Rûsyayê got ez bê hêvî me, pêvajoya 50 rojî ya ji bo Rûsyayê kin bikim.
Ukrayna ragihand ku di êrîşa hewayî ya artêşa Rûsyayê ya li ser girtîgehek li Zaporijyayê de 16 kes mirin û 35 kes birîndar bûn.
Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Herêma Zaporijyayê, Ivan Fedorov, di peyamekî li ser hesabê xwe yê Telegramê de diyar kir ku artêşa Rûsyayê di şevê de bi bombeyên cureya FAB êrîşî herêmê kiriye.
Fedorov diyar kir ku Rûsan 8 caran êrîşî herêmê kirine, û di êrîşê de girtîgehek jî hatiye hedefgirtin.
Fedorov got:
“Her wiha navendeke sererastkirinê jî hat bombebarankirin. 16 kes hatin kuştin û 35 kes jî birîndar bûn.
Hemû alîkariya bijîşkî ya pêwîst ji birîndaran re tê dayîn. Avahiya saziyê hat hilweşandin.”
Cîgirê parêzgerê herêma Rostovê ya li başûrê Rûsyayê Yuriy Slyusar jî ragihand ku Ukraynayê bi dronan êriş bir ser sînorê bajarê Salskê, di encamê de kesek hat kuştin û li îstasyoneke trênê şewat derket.
Li aliyê din Serokê Amerîkayê Donald Trump li Skotlandê bi Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer re civiya.
Berî civînê, Trump got ew ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bêhêvî ye û dê heyama 50 rojî ya ku wî ji bo şerê li Ukraynayê dabû Rûsyayê kurt bike.
Kremlin: Me daxuyaniya Trump a derbarê dema çareserkirina Ukraynayê de tomar kiriye
Her wiha berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov diyar kir ku wan daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku ew ê heyama “50 rojî” ya ku ji bo agirbesta li Ukraynayê dabû Rûsyayê kurt bike, tomar kiriye.
Derbarê daxuyaniya Trump Peskov got:
“Me daxuyaniya Trump tomar kiriye. Operasyona leşkerî ya taybet li Ukraynayê berdewam dike.
Em ji bo çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka Ukraynayê û ji bo misogerkirina berjewendiyên me di dema pêvajoya çareseriyê de pabend dimînin.”
Peskov teqez kir ku têkiliyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de ne baş in û ne jî xirab in û got:
“Em dixwazin dînamîzmek xurttir bibînin, û em piştgiriyê didin wê.
Her du alî jî hewce ne ku ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê teşwîqê peyda bikin. Em hêvî dikin ku pêvajo dê lezê bi dest bixe.”
Peskov destnîşan kir ku ew di derbarê dirêjkirina Peymana Kêmkirina Çekên Stratejîk a Nû (New START) de bi Amerîkayê re di têkiliyê de nînin û diyar kir ku rewşa heyî ya têkiliyên dualî rê li ber vê yekê girtiye.
Der barê îdiaya ku artêşa Rûsyayê êrîşî saziyeke cezayî ya li herêma Zaporijya kiriye de, Peskov got:
“Artêşa Rûsyayê êrîşî hedefên sivîl nake. Êrîş tenê li ser binesaziya leşkerî ne.”



