Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê nasnameya şervan Lewend ê ku di qezayekê de li rojhilatê Dêrazorê şehîd bû, eşkera kir.
QSD’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza domandin rêya şehîdan da.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê şehadeta şervanekî xwe eşkere kir û got:
“Hevrêyê me şervan Lewend dema li Dêrazorê li ser erka xwe bû di qezayekê de gihîşt asta şehadetê.
Hevreyê me Lewend li gelek dewreyên perwerdê bû, pisporiya xwe ya leşkerî, aliyên xwe yên çand, siyasî û fikrî bi pêş xist û di pratîkê de pêk anîn û di eniyên şer de xurt bû.
Her wiha hevreyê me tev li hemleya berxwedana Minbicê û gelek deverên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.
Di wan eniyan de her kesê wî nas dikir ji berxwedana wî re bû şahid.
Di erkên jê dihatin xwestin de dudilî nebû, berevajî lez dida cihê kar û xebatê.
Mînaka wefedarî û îxlasê bû. Şehadeta wî şopeke mezin li gel hevrêyên wî hişt.”
Herî dawî QSD’ê sersazî ji malbata şehîd û hevahî malbatên şehîdên xwe re xwest û soza pêkanîna armanca şehîdan dûbare kir.
Li gorî daxuyaniya QSD’ê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Lewend
Nav û paşnav: Ebdurezaq Elî El Sekran
Navê dayikê: Ruqeye El Xelef
Navê bav: Elî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê-El Hemer
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-El Besîra-28ˊê Tîrmeha 2025ˊan.”



