TEVGERA AZADÎ: BI TECRÎDKIRINA OCALAN DIXWAZIN KURD BÊ NASNAME BIMÎNIN

Tevgera Azadî piştî civîna xwe ya Desteya Rêveberiyê ya ku di 16’ê vê mehê de daxuyaniyek nivîskî da û têkildarî tecrîda li ser Rêber Ocalan û biryara Emerîka ya li dijî sê pêşengên PKK’ê axivî.

Di daxuyaniya Tevgera Azadî de balkêşa ser biryara Amerîka ya li dijî sê pêşengên PKK’ê hat kirin û wiha hat gotin:

“Amerîka mijara Kurdan weke kartekê ji bo berjewndiyên xwe bikar tîne.

Ev biryar li dijî hemû kurdan e.”

Tevgera Azadî di daxuyaniyê de têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan jî wiha anî ziman:

“Dewleta Tirk dixwaze bi tecrîda li ser Rêber Ocalan Kurdan bê nasname bihêle.

Ji bo wê derketina li dijî tecrîda giran kirî a li ser Rêber Ocalan erkê hemu gelê Kurd e.”

Leave a Reply

Back to top button