Tuesday 2026/06/09
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Brîtanya: Eger Îsraîl gav navêje, emê di meha Îlonê de dewleta Filistînê nas bikin

July 30, 2025
in CÎHAN
A A
Brîtanya: Eger Îsraîl gav navêje, emê di meha Îlonê de dewleta Filistînê nas bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Nîqaşên li ser nasîna dewleta Filîstinê û çareseriya du dewletan dewam dike.
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer hin şert ji bo Îsraîlê danîne û gotiye ku eger ev şert neyên bicîhanîn, ew ê di meha Îlonê de di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de Filistînê wekî dewletek nas bikin.

Serokwezîr Starmer şertên xwe yên sereke di civîneke çapemeniyê de wiha rêz kirin:

“Daxuyaniyek pabendbûna bi pêvajoyek aştiyê ya demdirêj ku dê çareseriyek du dewletan bi dest bixe,

Divê gavên girîng werin avêtin da ku rewşa xirab a li Xezayê bi dawî bibe,

Daxuyaniyek zelal ku Şerîaya Rojava wê neyê îlhaqkirin.”

Starmer teqez kir ku armanca wan dewletek Filistînî ya domdar û serwer bi Îsraîlek ewledar re ye.

Serokwezîr diyar kir ku ev daxuyanî ji ber “rewşa bêtehamul a li Xezayê” û “windabûna hêviya ji bo çareseriyek du dewletan” hatiye dayîn.

Malta biryar da ku dewleta Filistînê di Îlonê de nas bike

Her wiha serokwezîrê Maltayê, Robert Abela, duh ragihand ku welatê wî dê Dewleta Filistînê di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya di Îlonê de nas bike.

Robert Abela ev daxuyanî tenê çend demjimêran piştî daxuyaniyeke bi heman rengî ya Serokwezîrê Brîtanî Keir Starmer, da.

Abela got:

“Helwesta me pabendbûna me bi hewildanên me yên ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn nîşan dide.”

Abela yekem car di meha Gulanê de planên xwe yên naskirina dewleta Filistînê ragihand û got ev yek dê di konferansa Neteweyên Yekbûyî ya di meha Hezîranê de pêk were, lê konferans paşê hate paşxistin.

Îrlanda, Norwêc û Spanyayê di meha Gulanê de Filistîn wekî dewletek serbixwe nas kirin.

Welatên Ereb û Tirkiyê bang li hamasê kirin ku çekan deyne

Li aliyê din di konferansa Neteweyên Yekbûyî de ku li New Yorkê hat lidarxistin, 17 welatan, Yekîtiya Ewropayê û Yekîtiya Erebî daxuyaniyek heft rûpelî îmze kirin.

Di daxuyaniyê de bang li Hamasê hat kirin ku çekên xwe deyne û dawî li desthilatdariya xwe ya li Xezayê bîne.

Di heman demê de piştgirî ji bo çareseriyek du dewletan ji bo nakokiya di navbera Îsraîl û Filistîniyan de hat nîşandan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Divê Hamas çekên xwe radestî Desthilata Filistînî bike da ku şerê li Xezeyê bi dawî bibe.

Ev gav, ji bo armanca dewletek Filistînî ya serwer û serbixwe ye, divê bi “tevlîbûn û piştgiriya navneteweyî” were avêtin.

Di daxuyaniyê de her wiha êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmeha 2023’yan a li ser Îsraîlê şermezar kir û ji aliyê welatên erebî yên wekî Qeter, Erebistana Siûdî û Misrê ve hat îmzekirin.

Daxuyanî di roja duyemîn a konferansa Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê de hat weşandin.

Di roja yekem a konferansê de, şandeya Filistînî ya li Neteweyên Yekbûyî jî bang li Îsraîl û Hamasê kir ku ji Xezeyê derkevin û destûrê bidin Desthilata Filistînî ku herêmê birêve bibe.

Previous Post

NÛÇE

Next Post

Rageşiya sînorî ya di navbera Tayland û kamboçyayê de

Weşana girêdayî

Trump: Em ê ji bo Rûsyayê 2 keştiyên nukleerê li cihên guncav bi cih bikin
CÎHAN

Helîkopterek Amerîkayê li nêzî tengava Hirmuzê ket

Di hilbijartinên Ermenîstanê de Paşînyan careke din biser ket
CÎHAN

Di hilbijartinên Ermenîstanê de Paşînyan careke din biser ket

Trump: Divê Îran û Îsraîl bigihîjin rêkeftinekê
CÎHAN

Heta niha Ehmed El-Şeri bersiva Trump nedaye

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye