Meclisa kantona Girê Spî daxuyaniyên Merkel şermezar kir

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî malbatên çeteyên xwe bi cih bike.
Şêwirmenda Almaniya Angela Merkel jî piştgiriya xwe ji vê projeyê re nîşan da.
Meclisa Kantona Girê Spî jî bi daxuyaniyekê peyamên Merkel yên li ser hesabê gelên Sûriyê tên îmzekirin red kir.

Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Ismaîl bi amadebûna endam û rêveberên meclisê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Hêvîn Ismaîl diyar kir ku dewleta Tirk erdên Sûriyê wekî Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kir û bi sed hezaran gelên van herêman da koçberkirin.

Hêvîn destnîşan kir ku Angela Merkel bi piştgiriya projeya Erdogan sûcekî mezin li dijî gelê Sûriyê dike.

Her wiha hate xwestin ku şêwirmenda Almanyayê ji helwesta xwe ya piştgiriya bi Erdogan re, vegere.

Di daxuyaniya Meclisê de hemû peymanên li ser hesabê gelê Sûriyê tên îmzekirin jî hatin şermezarkirin.

Di dawiyê de bang li NY û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku li dijî planên Erdogan bisekinin.

Back to top button