Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşepêdanên Mirovî ya Astengdaran navenda xwe li bajarê Hesekê vekir.
Bi armanca başkirina rewşa astengdaran û hêsankirina tevgera wan, pêşkêşkirina xizmetên mirovî û dermankirinê, Rêxistina Nûdem a Amadekirin û Geşpêdanên Mirovî ya Astengdaran îro bi merasîmekê navenda xwe li tax Miftî ya bajarê Hesekê vekir. Di merasîmê de endamên saziyên sivîl, rêxistinên mirovî û yên jinan amade bûn.
Navend hefteyê 3 rojan ji saet 08.00’an heya saet 16.00’an ji bo astengdarên 7-35 salî vekirî ye. Li navenda dê dermankirina fîzîkî pêşkêşî astengdaran werin kirin û dersên wekî wênesazî û muzîkê werin dayîn.
Der barê xebatên navendê de, rêvebera navendê Şeyma Kerko ji ajansa me re axivî û got: “Rêxistina Nûdem perwerde û geşepêdanê pêşkêşî zarokan dike. Her wiha semînerên li ser rêbazên dan û standina bi astengdaran re dide.”
Şeymayê diyar kir ku li navendê pisporên otîzm, atrofiya navxweyî û derveyî û sendroma down hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her astengdarek li gorî rewşa xwe dê li ser rêbazên fêrbûnê, çawaniya xwarin û vexwarin û meşê were perwerdekirin.”



