LI KERAMÊ HPC’Ê CAVÊ HIŞYAR Ê ŞÊNIYAN E

Hêzên parastina Civakî HPC çavê hişyar ê şêniyan e.

Piştî rizgarkirina herêma Keramê ya Reqayê ji bo peydakirina ewlehî û aramiya kolanên herêmê û gunmdewarên wê HPC’ê hatin avakirin .

Endamên HPC’ê bi dildarî di her rewşeke awarte de dixebitin.

Hêzên Parastina Civakî HPC 19’ê Tîrmeha 2012’an li Rojavayê kurdistanê Bakurê Sûriyê hate avakirin.

Ev hêz alîkariya Asayîşê di parastina ewlehî û aramiya herêmê de dike.

HPC’ê di rizgarkirina gelek herêmên Bakurê Sûriyê ji çeteyan roleke girîng lîst .

Endamên HPC’ê ji endamên komînan pêk tên , di her komînekê de komîteya parastinê heye.

Ev hêz tevlî dewreyên perwerdeyê yên leşkerî, fikrî û şêwazên danûstandina bi civakê re dibin.

Di encama biserketina HPC’ê li herêmên Bakurê Sûriyê yên rizgarkirî de, ev hêz li herêmên nû yên ku hatine rizgarkirin jî hat avakirin.

Herêma Keramê li rojhilatê gundewarên Reqayê ye û yek ji herêmên ku ji aliyê QSD’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin.

Şêniyên herêma Keramê ji bo parastina destkeftiyên herêma xwe di destpêka meha Nîsanê de Hêzên Parastina Civakî ava kirin.

HPC’ê ji bo peydakirina ewlehî û aramiya kolanên herêma Keramê û gunmdewarên wê û bi armanca parastina milkên welatiyan karê xwe dide meşandin.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Hêzên Parastina Civakî Herbî Derwîş axivî û wiha got:

Em bi Hêzên Ewlehiya Hundirîn re bi armanca peydakirina ewlehiya herêmê û parastina wê ji kesên xirab koordîne dikin.

Endamê HPC’ê Mitab Hisên jî diyar kir ku ew ji bo parastina şêniyan di nav liv û tevgerê de ne.

Leave a Reply

Back to top button