Neteweyên Yekbûyî derheqê rewşa Siwêdayê de hişyarî da ku rewşa mirovî li parêzgehê pir xerab e.
Li gor wê, xizmetguzariyên bingehîn hilweşiyane û pêdiviya xelkê bi alîkariyê heye.
Komîserê Bilind ê Penaberan piştrast kir ku rewşa mirovî li parêzgehê tevî kêmbûna şer, xirabtir bûye.
Bi gotina wî, bi hilweşîna binesaziyê ya berfireh û rawestandina tevahî ya xizmetguzariyên giştî li gelek bajarokan, rewş kampax e.
NY ragihand ku li nexweşxaneyên Swêdayê di warê karmendên bijîşkî, av, kehrebe û pêdiviyên girîng de, pir kêmanî hene.
Xelkê Siwêdayê ji Neteweyên Yekbûyî re eşkere kir ku Ewlehiya Giştî 7 karmendên şirketa kehrebê kuştin û ji ber topbaranê torên kehrebê ziyaneke mezin dîtine.
Her wekî da zanîn ku 98 bîrên avê ji kar ketine û stasyona avê ji ber şewtandin û talaniyê, tam sekinî ye



