Li herêmên başûrê kantona Cizîrê, bi taybetî li gundewarên bajarê Şedadê di çandiniya sebzeyên havînê de geşbûneke mezin heye.
Li gundê Qana, di vê havînê de cureyên cuda yên sebzeyan wekî bacan, xiyar û zebeş tên çinîn.
Geşbûna çandiniyê bû sedem ku buhayên wan li bazaran kêm bibin.
Şêniyê bi navê Basil El Ehmed diyar kir ku sebeze bi buhayên guncaw peyda dibin, ev jî dide nîşandan ku çandiniya xwecih pêdiviya sûkan bi cih aniye.
Xwediyê dikana sebzeyan Ehmed Dawud jî got ku buha li gorî derfetên şêniyan in û diyar kir ku li sûkan tevgereke çalak a firotinê heye.
Lê cardin tevlî van erêniyan jî, lê xetereya hişkesaliyê gefeke mezin li ser çandiniyê çêdike.
Kêmbûna ava avdaniyê ya ji ber hişkesaliyê bi taybet qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewlata Tirk ve bandoreke neyînî çêdike.



