Israîl: Ev hefte ji bo me dîrokî ye

Serokê Amerîkayê Donald Trump wê di vê hefetyê de peymana sedsalê ragihîne. Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu jî ev hefte ji bo Israîlê wek “dîrokî” binav kir.

Serokwezîrê Israîlê Netanyahu di rûniştina hikumeta xwe de got:

Ev hefte wê dîrokî be.

Serokê Amerîkayê û hevlê rasteqîn ê Israîlê dê plana xwe ji bo aşîtiyê “peymana sedsalê” vê hefteyê, pêşkêş bike.

Ji aliyê xwe ve ajansa Reutersê ragihand ku roja Duşema bê wê serokê Amerîkayê Donald Trump du civînan li gel Serokwezîrê Israîlê Netanyahu li dar bixe.

Ajansê da xuyakirin ku dibe Trump di herdu civînan de plana xwe ya Aştiyê eşkere bike.

Pêncşema borî Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pens diyar kiribû ku Koşka Spî plana dike ku hefteya bê plana aşîtiyê li Rojhilata Navîn a bi navê “Peymana Sedsalê”, ragihîne.”

Back to top button