JI BO AŞTIYÊ DIVÊ TECRÎD RABE

Piştgiriya bi çalakiya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP her ku diçe xûrtir dibe.

Parlamenterên HDP’ê Remziye Tosun û Tulay Hatimogullari ku ji bo piştgiriyê bidin Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, diyar kirin ku ew piştgiriyê didin çalakiya Guven.

Parlamenteran anîn ziman ku ji bo li Tirkiye aştî û demokrasî pêş bikeve pêwiste berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe.

Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan ku di 7’ê mijdarê de daye destpêkirin di roja 13’an de berdewam dike.

Çalakî û daxuyaniyên ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven jî didomin.

Parlamentera HDP’e ya Amedê Remziye Tosun, diyar kir ku tecridkirina Ocalan tecrîdkirina aştî, demokrasî û hemû gelan e û wiha got:

“Êv tecrîd ne li ser gelê kurd û tirk tenê ye.

Li ser hemû gelê Rojhilata Navîn tê meşandin. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye.

Ji bo tecrîd bi dawî bibe çi ji destê me bê em ê bikin.

Remziye Tosun bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha anî ziman:

Divê em jî li Leyla Guven û çalakiya wê xwedî derkevin.

Heta tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî nebe çalakiyên me jî dê bidomin.

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîm ogullari jî nêrîna xwe wiha anî ziman:

Hevala me Leyla Guven bi vîna gel hat hilbijartin û bû wekîl.

Divê Leyla Guven demildest bê berdan.

Tulay destnişan kir ku astengiya heri mezin a li pêş aştiyê tecrîd e û wiha bi dawî kir:

Birêz Ocalan tecrîda di nava tecridê de dijî.

Peydakirina aştî û demokrasiyê li Tirkiye û Rojhilata navîn bi şikandina tecridê ve grêdayî ye.

Leave a Reply

Back to top button