Piştî gazinên xwediyên dikanan û beşa pêşesaziyê, komîteya Jeneratoran a Şaredariya Hesekê wê duşema bi xwediyên dikaran re bicive da ku nirxekî nû ji bo ampêrên bazirganiyê diyar bikin.
Hevserokê komîteyê Yûnis Mehmûd diyar kir ku bihaya bazirganiyê dê ji bihaya ampêrên malan bilindtir be.
Yûnis Mehmûd destnîşan kir ku şaredariyê pêşniyar kiriye ku serê saetekê 1 dolar bixebite, heya ku lihevkirinek bi xwediyên dikanan re çêbibe.
Pêncşema borî xwediyê dikaran yên li Hesekê li ser biryara Şaredariya gel a bilindkirina nirxê ampêrên bazirganiyê daketin qadan û biryar red kirin.
Her wiha bang li aliyên peywendîdar kirin ku careke din biryarê li ber çavan derbas bikin û rewşa aboriyê bigrin dest.



