Jinên Zenûbiyayê di rojan Gulan de, gulên berxwedanî pêşkêşî jinên Siwêdayê kirin.
Li beravên çemê Firatê jinên Zenûbiyayê bi çalakiyekê piştgirî dan jinên Siwêdayê.
Di çalakiyê de hejmareke mezin ji jinan, di nav wan de nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriya Pêşerojê amade bûn.
Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Fexriya Şêxo li ser navê kombûnê daxuyaniyek xwend.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Roja Gulan ne bûyereke sembolîk e, lê belê ragihandinek têkoşîna berdewam a ji bo azadiya jinan e.
Her wiha hat diyarkirin ku dijminê ku jinan hedef digire yek e.
Li gorî daxuyaniyê tiştê ku li Siwêdayê diqewime nîşana zindî ya vê pevçûnê ye.
Her wiha di daxuyaniyê de soza pabendiya bi Rêber Apo û projeya neteweya demokratîk hate nûkirin.
Çalakî bi pêxistina mûman li derdora wêneyên şehîdên jin ên Siwêdayê û danîna gulan wek silavek evîn û berxwedanê bi dawî bû.



