Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera 11ˊan a fermana 74ˊan a li ser gelê Êzidî yê Şengalê daxuyaniyek da û got, “Em fermana 74ˋan a li ser gelê me yê Êzidî şermezar dikin.”
Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya salvegera 11ˊan a fermandar 74ˊan a li ser gelê Êzidî yên Şengalê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya Koordînasyona Kongra Star de ev tişt hat gotin:
“Weke rêxistina Kongra Star em di salvegera 11ˋan a fermana li ser gelê me yê Êzidî pêkhatî de, destpêkê tevahî kesên bi destê çeteyên DAIŞˊê hatine şehîdxistin bi rêzdarî bi bîr tînin. Di dema fermanê de ji bo ku gelê me yê êzîdî ji çeteyên DAIŞˊê rizgar bikin gerîlayên HPG û YJA STARˊê, û ji bo ku korîdora mirovahiyê vekin şervanên YPG -YPJˊê berê xwe dabûn Şengalê. Ev şervanên ku li hember dagirkeriya DAIŞˊê şer kirin û şehîd bûne jî em bi rêzdarî bi bîr tînin.
Ji gelê me yê Êzidî re ku ev 11 sal e li hember her cûre êrişan berxwedayînê dike û di bin van êrişan de pergala rêveberiya xwe ya xweser ku bi fikrê Rêber Apo ava kiriye bi hezkirin silav dikin.
Di nava van 11 salan de pêşketinên di gelê me Êzidî de çêbûne, baweriya ku avabûyî hêza rêxistinbûyînê nîşanî me dide. Taybet jî rêxistinkirina jinan a di nava civakê, siyasetê, dîplomasiyê, leşkeriyê de mînakeke hêzgirtinê ye. Jinên Êzidî di bin banê TAJÊ’de xwe rêxistin kirin, li hemberî êrişên dagirkeriyê, olperestî, zayendperestiyê bi hêza hevgirtî di bin bersiv. Jin pêşengtiya pêşerojeke azad a Şengalê dikin.
Gelê me yê Êzidî xwe di her warî de rêxistin kir û îro bi vê rêxistinkirina xwe Êzdayetiyê diparêze. Hovîtiya DAIŞˊê û hêzên li pişt van çeteyan jî îro bi binketinekê re rû bi rû mane. Dîrok dîsa nîşan dide ku li hemberî hêza gel a rêxistinkirî tu hêz nikare bisekine. Êdî gelê Êzidî xwedî bîr û baweriyeke mezin e û xwedî li mîrasa berxwedayîna Êzdayetiyê derdikeve.
Di dema fermanê de bi hezaran jinên Êzidî ketin destê DAIŞˊê. Em weke rêxistina Kongra Star careke din tînin ziman ku ew keçên winda ku ketine destê DAIŞˊê, ji bo ku em rizgar bikin bi hemû hêza xwe em ê bixebitin.
Em careke din gelê Êzidî taybet jî jinên Êzidî silav dikin, fermana 74ˊan a li ser gelê Êzidî bi tundî şermezar dikin.”



