Platforma Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd bi daxuyaniyekê Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an şermezar kirin û gotin: “Divê ev sûc wek jenosîd bê naskirin. Jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîl girtîne bên rizgarkirin.”
Platforma Yekîtiya Netewî ya Jinên Kurd têkildarî Fermanê li bajarê Silêmaniyê daxyaniyek da çapemeniyê.
Endamê platformê Saza Ebdullah bûyera fermanê bibîrxist û got:
“Heta niha ji bo civaka Êzidî ji qirkirinê xilas bibe, gavên cedî nehatin avêtin.
Hikûmeta başûrê Kurdistanê û Îraqê di demê ji bo avakirina Şengalê û aramiya wê nebûne xwedî helwest.”
Saza Ebdullah rexne li hikûmeta başûrê Kurdistan û Iraqê kir û daxwaza platforma jinan wiha anî ziman:
-Dadgeha Sûcan dest bi lêkolîna sûcan bike û komkujiya li Şengalê weke jenosîd bê nasîn.
-Alîkarîkirina jinên hê jî di bin destê çeteyên DAIŞ’ê de ne.
Pêşxistina alîkariyên ji bo vegera koçberên Şengalê û beşdariya jinan di rêvebirina Şengalê de.



