Rûspiyê eşîra Zibeyda ya erebî ya li kantona Cizîrê daxuyaniya bi navê “Hawara Eşîran” red kir û piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman.
Iweyid El Hadir diyar kir ku eşîra wan van daxuyaniyan napejirîne.
Rûspiyê eşîra Zibeyda Iweyid El Hadir bal kişand ser projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û got:
“Gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe di bin sîwana projeya “xwişk û biratiya gelan” de dijîn.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yekane projeya ku li ser axa Sûriyê ye ku ti civakek paşguh nekiriye.
Ev rêveberî derfet daye her kesî ku beşdarî hemû qadan bibe.
Ev jî bû sedema ku îro Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek ji herêmên herî ewle yên welêt e.”
Iweyid El Hadir: Herêm û cîhan bi saya QSD’ê ji DAIŞ’ê tê parastin
Iweyid El Hadir destnîşan kir ku bi saya qehremaniya QSD`ê herêm û cîhan ji çeteyên DAIŞ’ê tê parastin.
Iweyid El Hadir da zanîn ku pevçûn û şerên mezhebî tenê dikevin xizmeta kesên ku dixwazin Sûriyê parçe bikin û ev li gotinên xwe zêde kir:
“Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk ji hemû aliyan bêhtir daxwaza çareseriyeke aştiyane dikin, ji ber ku ew dizanin ku diyalog bingeha çareseriyên domdar e.
Hikûmetên otorîter demkî ne, lê têkiliyên civakî û girêdanên di navbera pêkhateyên Sûriyê de dê her û her bimînin. “



