Navenda Ragihandinê ya QSDˊê diyar kir ku berbanga îro komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li gundê Îmam ê Dêr Hafirê êrişî 4 nuqteyên QSDˊê kir. QSDˊê di çarçoveya parastina mafê rewa de bersiva êrişan da.
Navenada Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku berbanga îro komên girêdayî hikumeta veguhêz, êrişî nuqteyên wan kir û wan jî bersiva êrişan da.
Navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:
“Saet di 03:00ˊyê berbanga îro (duşem) de komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li dijî 4 nuqteyên hêzên me li gundê Îmam ê girêdayî herêma Dêr Hafirê êriş pêk anîn. Hêzên me di çarçoveya parastina nuqte û şervanên xwe de bersiv da êrişan. Di encamê de pevçûnek 20 deqeyan rû da.
Em diyar dikin ku ev êrişên wiha dubareya rageşiyeke plankirî ne û gefan li îstîqrara herêmê dixwin. Hikumeta Şamê berpirsyara vê reftarê ye. Em careke din diyar dikin ku hêzên me ji her demê zêdetir amade ne bi hemû hêza xwe mafê xwe yê bersivdana rewa bi kar bîne.”



