Li Nasriye 2 xwepêşander hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn

Şevê din êrîşkarine nenas êrîşî qada Hebûbî ya li bajarê Nasiriye yê parêzgeha Zîqar a başurê Iraqê kirin.

Di encama êrîşê de 2 xwepêşander hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn û rewşa 9’an ji wan giran e.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê (واع) ragihand ku şevê din êrîşkaran xwepêşander gulebaran kirin û agir berdan konên wan.

Pîştî êrîşê serokê polîsa parêzgeha Zîqarê fermana parastina xwepşanderan da û destnîşan kir ku di navbera polîs û çekdaran de pevçûn derket û niha polîs hewla girtina wan dikin.

Li gorî Komîrseriya bilind a mafên mirovan a Iraqê, di 2 rojên derbasbûyî de li Iraqê 12 xwepêşander hatin kuştin û 220 jî birîndar bûn.

Back to top button