Di derbarê pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û rewşa Elewiyan de Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat axivî.
Celal Firat diyar kir ku daxuyaniyên Tevgera Azadiya Kurd, nîşaneyên pirsên di nav civaka Elewiyan de ronîkiriye û Elewî û Kurdan bi awayekî çêtir hevdu fêm kirine.
Bangewaziya aştiyê ya Rêber Apo a “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”li Tirkiye û Kurdistanê tê nîqaşkirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat derbarê pêvajoyê rewşa Elewiyan de axivî.
Firat destnîşan kir ku dewleta Tirk bi propagandayên şerê taybet hewl dide Elewiyan ji tevgera Kurdan dûr bixe, lê hewldanên tevgera Kurd ji bo tevlîkirina Elewiyan bi bandor bûne.
Celal Firat: Elewî aştî û biratiyê di rêza yekem de digirin
Firat got ku Elewî aştî û biratiyê di rêza yekem de digirin û wiha domand:
“Tevgera Kurd bi zelalî diyar kir ku Elewî li vî welatî pirsgirêkên herî mezin dijîn, wê di vê pêvajoyê de bin û bibe xwedî roleke bingehîn. ”
Celal Firat: Kirinên dewleta Tirk ên berê di nav Elewiyan de bêbawerî çêkiriye
Firat anî ziman ku kirinên dewleta Tirk ên berê di nav Elewiyan de bêbawerî çêkiriye û axivî:
“Nîqaş hebûn ku dewlet û AKP wê tenê bi Kurdan re li hev bikin, pirsgirêkên Elewiyan û komên din wê bêne paşguhkirin.
Armanc, tevlihevkirina hişê Elewiyan bû.
DEM Partî û tevgera Kurd bi civînên gel, hevdîtinên bi saziyên Elewiyan re van nîşaneyên pirsê rakirin”
Celal Firat: Elewî avakirna civakeke demokratî û aştiyê dixwazin
Firat pêşniyara Serokê MHP’ê Dewlet Bahçelî ya “Cîgirê Serokkomarê Kurd û Elewî” nirxand û got:
“Ev pêşniyar bi taybetî ji Bahçelî hat pir balkêş bû.
Ev pêşniyar naskirina nasnameya Elewiyan e û ji vî alî ve watedar e.
Lê ya girîng, pergaleke qanûnî ye ku li ser bingeha hemwelatiya wekhev, her kes bi nasnameya xwe azad be.”
Elewî avakirina civakeke demokratîk, dabînkirina aştiyê, dawîanîna pevçûn û êşan dixwazin.
Her wiha li dijî propagandayên hin derdoran ên ku Elewiyan ji pêvajoyê dûr dixin Firat desnîşan kir ku ev xebatên nebaş in û ew tiştekî nû ji Elewiyan re pêşniyar nakin.



