Artêşa Israîlê doh êvarî gelek deverên Rojhilatê Lubnanê hedef girt û di encamê de kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bû
Artêşa Israîlê ragihand wan di bombebarana Rojhilatê Lubnanê ya li bajaroka el-Hayyam de Endamekî Hizbullahê kuştine
Wezareta Tenduristiyê a Lubnanê ragihand ku artêşa Israîlê bajarokê el-Hayyam bombaran kiriye û kese hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa NNA ya Lubnanê di êrîşê de 4 kes jî birîndar bûye.
Ajansê da zanîn ku Israîlê navçeya Bint Cubeyl Marun er-Ras û Yarun li Rojhilatê Lubnanê hedef giritiye.
Tevî ku di navbera Lubnanê û Îsraîlê de di 27’ê Mijdarê de peyman hatibû îmzekirin.
Lê belê artêşa Îsraîl 5 girên li sinor hebûna xwe ya leşkerî didomîne.



