Li gelemperiya cîhanê hilberîna plastîkê ku her diçe zêde dibe, rê li ber fikarên mezin vekiriye.
Hilberîna plastîkê û bermahiyên wê xeteriyeke mezin li ser jiyana mirov û sewalan dike.
Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê wê zêdeyî 170 welat li Cenevê ya Swîsreyê bicivin û hewl bidin lihevkirinekê pêk bînin.
Li gelemperiya cîhanê hilberîna plastîkê her diçe zêde dibe û ev yek jî bandoreke neyînî li ser tenduristiya mirovan û hawîrdorê dike.
Li gorî mirovên zanyar li okyanûs û deryayan 200 mîlyon perçeyên plastîk hene û diyar dikin eger tedbîr neyên girtin wê ev rêje zêde bibe.
Di sala 2022’an gelek welatan ji bo berhamaniyên plastîk û kîmyewiyên xirab yên di berhemên plastîkan de kêm bikin li hev kirin lê ev lihevkirin pêk nehat.
Îro wê gelek welat derbarê mijarê de li Konferansa Neteweyên Yekbuyî ya li Cenevê ya Swîsreyê bicivin.
Tê diyarkirin hilberîna plastîkê di nava 20 salên dawiyê de di rêjeyeke mezin de zêde bûye. Di sala 1950 de ku 20 mîlyon ton plastîk dihat hilberandin, ev rêje sala 2022’an derket 475 mîlyon ton.
Sazî û dezgehên jîngeh û xwezayê jî derbarê bermahiyên plastîkê de hişyarî didin û diyar dikin dema tevlî xwarinê bê kirin wê ziyanê li tenduristiya mirovan bike û rê li ber mirinê veke.
Ne tenê li ser tenduristiya mirovan di heman de demê ziyaneke mezin li xwezayê û tenduristiya sewalan jî dike. Ji binê behran heta bi serê çiyayan û li hemû erdnîgariyan bandoreke xiran li hemû qadên jiyanê dike.
Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê zêdeyî 170 welatê wê li Cenevê hewl bidin lihevkirin pêk were.
Mijarên sereke yên ku wê li ser lihevkirin pêk were wiha ne:
-Plastîkên herî ziyandar bên qedexekirin.
-Hilberîna plastîkên ku carekê tên bikaranîn bê kêmkirin.
-Di dîzayna berhemên plastîk de dîzayna gerdûnî.
-Piştgiriya hewldanên di vê mijarê de bê kirin.



