Hêzên Ewlehiyê yên Hikuemta Veguhêz a li Sûriyê bi ser gundekî li Hemayê de girtin û 6 welatî revandin.
Hêzên ewleiyê ji xelkên gund fidye xwestin û gef xwarin ku eger nedin wê komên biyanî derbasî gund bikin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku komek ewlehiyê li gundê Bistan El-Findara yê li rojavayê bajarokê Misyafê bi ser malên welatiyan de girtin.
Çavdêriyê da zanîn ku hêzên ewlehiyê bi hinceta lêgerîna li çekan, ketin bi dehan ji malên gund û 6 welatiyên gund revandin.
Çavdêriyê got ku hêzên ewlehiyê ji gundiyan xwestiye ku di nava 3 rojan de yan divê çekekê yan jî 100 hezar L.S bidin wan.
Her wekî gef xwarine ku eger nedin wê komeke çekdarên biyanî derbasî gund bikin da ku operasyonekê din pêk bînin.



