Erdheja li Xarpêtê heta niha 41 kesan jiyan xwe ji dest daye

Bîlançoye erdheja li bajarê Xarpêt yê bakurê kurdistanê zêde dibe.

Heta niha 41 kesî jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 1607 kes jî birîndar bûn.

Xebatên ji bo alîkariyê jî dewam dikin.

Deshilata ku rastî bertekên gel ya xemsariyê tê, ketiye pey lêpirsînin di torên mediyaya civakî de.

25’ê Çile li bajarê Xarpêt yê bakurê kurdistanê bi pileya 6,8 erdhejek pêk hat.

Erdheja ku 6 KM di kurahiya erdê de pêk hat, li tevahî tirkiye û welatên cîran hatin hîskirin.

Bi derbas bûna demê re jî bîlançoya miriyan zêde dibe.

Saziya Rewşa Lezgîn a Tirkiyê ragihand ku di erdheja Xarpetê de heta niha 41 kesî jiyana xwe ji destdaye û 1607 kes jî birîndar bûne.

Saziyê daxuyakirin ku derveyê avahiyekî, hemû taxên bajêr lêgerîna kesên di bin xirbeyan de mane rawestiyaye.

Saziyê diyarkir ku piştî erdhejê 72 avahî bi temamî hilweşiyan e.

Hezar û 287 avahî zirar dîtine.

DESTEYA KOORDÎNASYONA BAJARÊ AMEDÊ:
JI BER AVAHÎDANÎNA BÊKONTROL AVAHÎ HILWEŞIYAN E

Desteya Koordînasyona Bajarê Amedê jî li herêma erdhejê lêkolîn kir û rapora xwe eşkere kir.

Di raporê de hate gotin wan tespîtkiriye ku ji ber avahîdanîna bêkontrol avahî hilweşiyane.

ERDHEJA LI XARPÊTÊ
JI AMEDÊ 2 QEMYON ALÎKARÎ JI XARPÊTÊ RE HATE ŞANDIN

Herwiha ji Amedê 2 qemyonan alîkarî ji mexdûrên erdheja li Xarpêtê û Meletiyê re şandin e.

Lê dewlet tevî ku alîkariyê bi mexdurên erdhejê re nake, li pêşiya kesên dixwazin bibin alîkar jî dibe
asteng.

Şandeya HDP’ê di encama lêkolînên xwe de tespît kir ku li 60 gundan alîkarî nehatiye kirin.

Alîkariya ku tê gotin hatiye kirin jî tenê li xizmên AKP’iyan hatiye belavkirin.

ERDHEJA LI XARPÊTÊ
ENQERE DEWSA KU KARÊ XWE BIKE DÛYÊ PARVEKIRINÊN MALPERÊN CIVAKÎ KETIYE

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî der heqê 50 kesên piştî erdhejê li medya civakî parvekirin kirin, dest bi lêpirsînê kir.

Bi îdîaya “gel xistine nava fikaran, tirsê û panîkê” û “Miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê û saziyên dewletê biçûk xistine” der heqê wan kesan de dest bi lêpirsînê kir.

Balkêşe ku ev gefa li dijî agahiyên di torên mediyaya civakî de ji aliyê Serokkomarê dewleta Tirk Erdogan ve pêk hatibû.

Back to top button