Îro careke din di çarçoveya lihevkirina Sochi de li gundewarê Dirbêsiyê, dewriyek hevbeş ya hêzên Rûsî û dewleta Tirk a dagirker geriya.
Dewriya hevbeş saet 09:30 ji gundê Şêrikê bi beşdarbûna 2 Helîkopeter û 6 erebeyên zirxî yên Rûsî û 4 zirxiyên dagirkeriya dewleta Tirk despêkir.
Dewriyê piştî gera xwe ya li gundê Telikê, Kesra, Tewrat, Şefqet, Mebrûka û Delîkê li gundê Qêrewan bi dawî bû.
Şêniyên gundên Qêrewan û Tewratê bi keviran nerazîbûna xwe nîşan dan û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin.
Piştre maşîneyên zirxiyên dagirkeriya dewleta Tirk derbasî axa Tirkiyê bûn.