Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku wesayîteke wan a leşkerî li Dêrazorê hatiye armancgirtin, di encamê de 2 şervanên wan şehîd bûne.
Hêzên Sûriya Demokratîk li ser malpera xwe ya fermî eşkere kir ku êrişa li dijî wan li bajarokê Behra yê herêma Hecînê ya rojhilatê Dêrazorê pêk hatiye.
Li gorî QSD’ê êrişkar li motorsîklêt siwar bûbûn û saet 20:00`an êriş pêk anîn.
QSD’ê da zanîn ku ev êriş di çarçoveya hewldanên DAIŞ`ê de ji bo têkbirina ewlehiya herêmê ye.
Di dawiya de Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê sersaxî ji malbatên her du şehîdan xwest û soz da ku têkoşîna xwe ya li hemberî van hewldanan bidomîne.



