Di êrişa Îsraîlê ya li bajarokê Dêr Siryan ê li ser başûrê Lubnanê de sûriyeyiyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di êrişa duh a balafirên şer ên Îsraîlê ya li dijî bajarokê Dêr Siryan-Merçîyon de sûriyeyiyek hat kuştin û yek birîndar bû.
Ajansa Nûçeyan a Lubnanê diyar kir ku tîmên alîkarî û agirkujiyê ji bo xwegihandina li cihê êrişî zehmetî kişandin. Ji ber ku li asîman balafirên bêmirov ên Îsraîlê digerîn.
Balafirên şer ên Îsraîlê herêmên cuda yên başûrê Lubnanê wekî bajarokên Yehmur El Şiqeyif, Edşît El Qisêr, El Qentera, Cibai, herêma Berbec û Tufahta û derdora bajarokê Ensar ê girêdayî Nebtiyê bombebaran kirin.
Artêşa Îsraîlê jî daxuyand ku balafirên wan depoyên çekan, cihên avêtina moşekan û cihên leşkerî yên Hizbullahê bombebaran kirine.
Di demekê de ku desthilata Lubnanê û tîmên destwerdana lezgîn di amadekariyê de ne ku li hember êrişan bibin bersiv, vê sibehê jî balafirên bêmirov ên Îsraîlê li ser gundên Bint Cibêl bi nizmî firîn.



