Li Brazîlyayê bahoz rabû herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest da

Li başûrê rojhilatê Brazîlyayê bahozeke mezin rabû. Di vê bahozê de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Rayedarên Brazîlyayê diyar kirin ku li eyaleta Mînas Geraîsê ji ber lehiya zêde û hezazan herî kêm 40 kes mirine.

Li 58 cihan jî 19 kes winda ne û 12 kes birîndar bûne.

Rayedaran dest nîşan kir ku ji ber bûyerê 17 hezar kes jî neçar mane koç bikin.

Li Eyaleta Rîoyê jî ji ber barana zêde sê çem rabûn û heft bajar di bin avê de man.

Hate diyarkirin ku li vê herêmê tu kes birîndar nebûye û nemiriye.

Enstîtuya Meteorolojî ya Navneteweyî diyar kir ku ev 110 sal in cara pêşîn ev qas baran dibare.

Back to top button