Tevgera Talîban îdîa kir ku wan balafir xistiye xwarê

Li Efxanistanê balafirek li wîlayeta Gaznî kete xwarê. Tevgera Talîban xistina balafirê girt ser xwe û diyar kir ku leşkerên Amerîkî di balafirê de bûn.

Berdevkê polîsan Ahmed Han Seerat diyar kir ku balafir li gorî dema herêmê saet di 13:10 de li herêma Dî Yak ya wîlayeta Gaznî li başûr rojavayê paytextê Kabûlê kete xwarê.

Berdevkê Tevgera Talîban Zebîhelah Mucahid îdîa kir ku wan balafir aniye xwarê .

Mucahid diyar kir ku di balafirê de leşker û fermandarên Amerîkî hebûn û hemû mirine.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê jî ragihand ku berpirsên leşkerî yên Amerîkî derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kirine.

Hin berpirsên Amerîkî jî ajansa Reuters re dan zanîn ku balafira hatî xistin balafirekî leşker a biçûk a Amerîkî ye .

Back to top button