Hêzên Ewlekariya Hundirîn konferansa xwe ya duyemîn bi girtina biryaran bi dawî kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhlatê Sûriyê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.

Doh Hêzên Ewlekariya Hundirîn konferansa xwe ya duyemîn li hola civînan a taybet bi hêzên Ewlekariyê li herêma Cizîrê li dar xist.

Hevserokên deste û komîteyên hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên rêveberî û beşên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di civînê de amadebûn.

Axaftina destpêkê ji aliyê Koordînatora Tevgera Civaka Demokratîk ve hate kirin û têde rola Hêzên Ewlekariyê di xurtkirina pergala ewlehî û aştiya li civakê hate destnîşankirin.

Piştre rapora salane ya xebatên hêzên Ewlekariyê û rêziknameya wan hate xwendin û bendên rêziknameyê jî hatin nîqaşkirin.

Di konferansê de ji bo pêvajoya bê projeyên guncaw di xeta pêkanîna ewlehî û aramiya li herêmê hatin danîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku konferansa yekemîn ya Hêzên Ewlekriyê li bajarê Reqayê hatibû li darxistin.

Back to top button