Di salvegera 80’an a êrîşa bombeya atomê ya li ser bajarê Nagazaki yê Japonyayê de, merasîma bîranînê hate lidarxistin. Di merasîmê de peyama ‘divê çekên nukleer bi temamî bên tunekirin’ hate dayîn.
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê 9’ê Tebaxa 1945’an êrîşa bi bombeya atomê li bajarê Nagazakî yê Japonyayê pêk anî û di encamê de 74 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.
Îro li bajarê Nagazakî di saet 11.02’yan de ji bo qurbaniyên êrîşa bi bombeya atomê, deqeyek rêz hat girtin.
Di merasîmê de bang li hikûmeta Japonyayê hate kirin ku girêdayî pîvanên “neçêkirina çeka nukleer û nehêle bikeve ser xaka xwe” bimîne.
Her wiha Peymana Qedexekirina Çekên Nukleer îmze bike û erê bike.
Ku ev peyman sala 2017’an ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate qebûlkirin.
Nûnerên ji 95 welat û herêman beşdarî merasîmên bîranînê yên îsal bûn.
Rûsya piştî dagirkirina Ûkraynayê ya sala 2022’yan cara ewilî hate vexwendin; Îsraîl jî beşdar bû ku sala borî ji ber şerê Xezeyê nehatibû vexwendin.
Nagazakî di dîrokê de bûbû hedefa çeka nukleer a duyemîn û dawî ya ku di şer de hatî bikaranîn.
Êrîşa ewilî 6’ê Tebaxê li Hiroşimayê hate kirin û 140 hezar kes miribûn.



