Lehiya ku li Brezîlyayê rabû, bû sedema mirina 54 kesî û koçberkirina 30 hezarî .
Lehî li başûr rojhilatî Brezîlyayê çêbû û heta niha dawî li jiyana 54 kesan aniye û 18 kes jî hîna winda ne.
Lehî li parêzgehên Mînas Gêrays, Isbêrêto Santo û Riyo Dîjanîro rabû û bû sedem ku erd bixurufe, bi hezaran xanî hilweşin û gelek tax di bin avê de bimînin.
Şepêlên xurt di riyan de çêbûne û her tiştî li ber xwe dibe.
Ji ber lehiyê bêhtirî 30 hezar kes ji warên xwe koçber bûn .
Koçber bi awayekî demkî li dêr, dibistan û navendên arkujiyê hatine bicihkirin.
Roja Duşemê baran sekinî lê tê texmînkirin ku di rojên pêş de dîsa bibare.